Çekdarên DAIŞê ketin nav gundekî Kobanî!
Çavkaniyên nêzîkî YPGê ragihandin, şeva borî çekdarên DAIŞê êrişî gundê El Sadiyên (gundê ereban) li nêzîkî bendava Tişrînê li başûrê Kobanî kirin.
Li gorî agahiyan, şervanên YPG û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) pêşiya êrişa wan girtin ji ber wê jî şerekî dijwar qewimî.
Hat gotin ku balafirên şer ên hêzên hevpeyman jî di wî şerî de alîkarî dan şervanan.
Rudaw
