Komîtek jibo kêmkirina wezaretên Herêma Kurdistanê hatiye damezirandin
Îro 22 Sibatê Parlementarê Partiya Demokrata Kurdistanê di parlemena Kurdistanê de Ferset Sofî ji BasNews re ragehand: Komîtek taybet li Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê pêkhatiye jibo dariştina hêykeliyetekî îdarî nû jibo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û biçûk kirina heykeliyeta kevin û got: “Heykeliyeta niha gelekî mezine û bargiranî xistiye ser mile hikûmetê.”
Sofî ew jî ji BasNews re eşkere kir: “Hikûmet dikare hindek fermangeh û rêvebrî kêm bike.”
Lêbelê di heman demeê de navborî ew jî eşkere kir ku, divê jibo bicîkirina plana nû rezamendiya perlemena Kurdistanê were wergirtin.
Ferset Sofî got: “Li gor agahiya me maweyê 30 roj bi wê komîteyê hatiye dan jibo ku raporta xwe li ser dariştina heykeliyeta nû jibo hikûmetê amade bike û pêşkêşî Encûmena Wezîran bike.”
Basnews
