• Friday, 20 February 2026
logo

Komîsyona Hilbijartinê: Ji bo hilbijartin û referandûmê piroseya Bexda yê em bikarnaynin

Gulan Media February 22, 2016 Nûçe
Komîsyona Hilbijartinê: Ji bo hilbijartin û referandûmê piroseya Bexda yê em bikarnaynin
Serokê Komîsyona Hilbijartinê û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê ragehand: ‘’Piroseya hikûmeta Iraqê li herêma Kurdistanê wê neyê pêkanîn.’’

Serokê Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyê yê Herêma Kurdistanê Hindirîn Mihemed ji K24ê re ragehand ku; Ew ji bo hilbijartina Parlamento, Encûmena Parêzgehan û pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê bi tu awayekî sîstema elektronîk a biyometrî bikarnaynin.

Hindirîn Mihemed got: ‘’Em wek Herêma Kurdistanê eger li ser bikaranîna teknolojî binêrin, naha piroseyên pir asantir ji kartên elektronîkê hene û emê wan bikarbînin.’’

Serokê Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyê yê Herêma Kurdistanê ragehand: ‘’Sîstema biyometrîk taybete ji bo hilbijartinên Iraqê û em jî vê piroseya Bexdayê bikarnaynin.’’

Komîsyona Hilbijartin û Rapirsî ya Herêma Kurdistanê li gor yasaya hejmara 4 di sala 2014 ê de li Parlamentoya Kurdistanê hate avakirin û li gor yasa desthilata wê heye sîstema biyometrîk yan her awayekîdin ê hilbijartinê bikarbînê yan jî red bikê.

Basnews
Top