Arif Rûşdî: Karên PKKê ne di berjewendiya Kurd de ne
Rawêjkarê Polît Bûroya Partîya Demkratîya Kurdistan(PDK)êArif Rûşdî li ser teqandina borîyên petrolê Herêma Kurdistanê ji alîyê PKKyê ve got: Karên PKKyê di berjewendîya kurd de nine li ti parçeyên Kurdistanê.
Arif Rûşdî li ser hevbendîyên Hewlêr û Bexdayê got: Me li hember Bexdayê xwe ranekêşaye lê Bexda li hember me xwe radikşê û eger em bo dîrokê jî vegerin dizanîn çi alîye ku arîşeyan durist dike.
Herweha got jî: ‘’Herêma Kurdistanê di baştirîn pergal de ji Bexdayê tenê 12% bûdce wergirtîye.’’
Arif Rûşdî diyar kir: ‘’Eger kêmasî û pirsgirêk jî hebin li Herêmê hevbendî bi partiyên başûr ve girêdayî ye , nekû bi PKKyê. PKK çi peyvendiya wê bi boriya gazê û petrolê çava diçê yan naçê heye.’’
Basnews
