Hiqûqnas: Qedexekirina derve li Bakurê Kurdistanê, ne qanûnî ye ne jî hiqûqî!
Piştî ku hikûmeta Tirkiyê derbarê hin bajarên Bakurê Kurdistanê de biryara qedexekirina derve wergirt, hêzên muxalefetê rexne li hikumetê kirin ku biryar, dijhiqûqî ye. Him partiyên siyasî him jî rêxistinên sivîl di vî warî de hikûmetê bi nepêkanîna hiqûq û yasayên navxweyî tohmet dikin.
Heman derdor di her fersendê de dixwazin hikûmet dest ji van biryaran berde. Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz ji bo ku vê mijarê nîqaş bikin, li Stenbolê civînek li dar xisti. Di civînê de Parlamenterê HDPê Mîthat Sancar derbarê biryarên qedexekirinê de nirxandinên girîng kir. Sancar wiha axivî:
“Rewşên ku dişibin roja me di dîrokê de hene. Piştî ku serhildana Şêx Seîd di sala 1925an de têk çû û di dema jenosîda Dersimê de jî heman tişt heye. Heman tiştî dixwazin îro jî bikin. Di dema bûyerên Cizîrê de me li gel hikûmetê têkilî danîbû. Roja dawiyê me li hev kir ku kesên di jêrzemînan de bên rizgarkirin. Lê bi şev hikûmetê ji me re got ku wan biryara xwe guhertiye. Me fam kir ku dixwazin wê mesajê bidin gelê Kurd ku îradeya nûnerên siyasî ya gelê Kurd nasnakin. Ya din jî dixwazin çavên Kurdan bitirsînin…”
Li gor hin hiqûqnasan, ji bo biryara qedexekirina çûnûhatinan bê standin li gor yasayên Tirkiyê divê ya rewşa awarte hebe yan jî rêvebiriya urfî hebe. Ji bilî van her dû rewşan, qedexekirin dijyasayî ye.
Parlamenterê HDPê Hasîp Kaplan li ser fermana hikûmetê ya qedexeya derketina derve ji Rûdawê re got, ev tişta ku niha hikûmet dike, kûdeta ye çimkî ne qanûnî ye…
Li bajarên Bakurê Kurdistanê yên weke Cizîr, Sûra Amedê, Silopî û yên din zêdetirî 80 rojan ketin û derketina ji derve hatibû qedexekirin û gellek kesan ji ber şer û pevçûnan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber heman rewşê hin parêzer û hîqaqnasan serî li dadgeha bilind ya Tirkiyê û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê dabûn.
Rudaw
