Efrîn tê topbaran kirin
Artêşa Tirkiyê ji 13’ê Sibatê û vir ve ligel hemû bangên rawestandina êrişan yên hêzên navneteweyî û herêmî, deverên di destê hêzên kurd de topbaran dike. Hat ragihandin ku îro jî Artêşa Tirkiyê gundê Hemam ê bi ser nahiyeya Cindêrsê ya Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve topbaran dike û di encamê de 3 sivîl birîndar bûn e.
Êrîşên Artêşa Tirkiyê yên li dijî vê herêmê dema ku ev dever ketin destê hêzên kurd destpêkir. Hêzên kurd digel êrişên Artêşa Tirkiyê jî pêşveçûna xwe ya ber bi Ezazê ve didomîn e. Hêzên navneteweyî jî li hember êrişên Tirkiyê yên li dijî kurdan aciz in.
Basnews
