Angela Merkel: Peyvendiyên Hewlêr û Bexdayê de rewş nebaş e!
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li Brûselê beşdarî Lûtkeya Serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) bû û diyarkir ku ew rewşa Herêma Kurdistanê û krîza koçberiya li herêmê ji nêzîk ve dişopîne.
Angela Merkel ji bo avakirina herêmên Iraqê yên ji DAIŞê hatine rizgarkirin de jî eşkere kir dê 500 milyon euro alikarî bidin.
Merkel li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê ya derbarê pêwendiyên Hewlêrê û Bexdayê de wiha bersivand: ‘Hûn niha dibêjin Bexda pere nade Hewlêrê. Ez bitemamî ji vê mijarê ne agahdarim, lê rewş nebaş e û ez bifikarim.
Serokwezîra Almanyayê berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ‘Daketina bihayê petrolê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê nebaş bû. Heyder Ebadî gotibû ji sedî 90 dahatên Iraqî ji petrolê tê. Ji aliyê din ve tê gotin Herêma Kurdistanê petrolê yekser difiroşe û nirxe wê ji bo hikûmeta navendî ya Iraqê naşîne. Ev bixwe dizanin dê çawa para xwe belav bikin.'
Basnews
