• Friday, 20 February 2026
logo

Partiyên ewropî: AKPê li hemberî kurdan politikaya zilmê dimeşîne

Gulan Media February 21, 2016 Nûçe
Partiyên ewropî: AKPê li hemberî kurdan politikaya zilmê dimeşîne
Konferansa Piştevaniya Partiyên Cep yên Ewropayê bi Gelê Kurd re li Amedê hate lidar xistin. Ji Danîmarka, Almanya, Yewnanîstan, Katalanya û Fînlandiyayê serok û nûnerên partiyên cep beşdarî konferansê bûn.

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş û nûner û serokên partiyên cep yên Ewropayê di konferansê de axivin. Demîrtaş AK Partiyê ji ber teqîna Enqereye û ji ber operasyonên li Bakurê Kurdistanê bi zimaneke tund rexne kir.

Nûner û serokên partiyên cep yên Ewropayê amaje kirin kuhikûmeta AK Partyê li hemberî kurdan politikaya zilmê dimeşîne.

Hevserokê Partiya Cep a Almanyayê Bernd Riexinger di axaftina xwe de wiha got:

“Li vê derê zilm û zordariyek heye. Me bi çavên xwe dît. Malbat nikarin cenazeyên zarokên xwe bigrin û binax bikin. AK Partî hem li Tirkiyeyê û hem jî li Sûriyeyê li hemberî kurdan şerekî dijwar dimeşîne. Li vir li hemberî kurdan zilmê dike û li Sûriyê jî piştgiriya DAIŞ'ê dike. Naxwaze kurd bibin xwedî statû. Kurdan weke cîranê xwe qebûl nake lê dixwaze rêxistineke weke DAIŞ'ê bibe cîranê wan.”

Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş jî di konferansê de wiha got:

“Em li hemberî AKPê lava nakin. AKPê pergaleke faşîst dimeşîne. Divê em li hemberî faşîzmê bi serbilindî rawestin. Ez baş dizanim ku dê aştî were ser vê axê. Lê divê herkes vê yekê baş bizanibe ku aştî bi serî tewandinê nayê. AKPê bi awayeke aşkere piştgirî dide DAIŞê û naxwaze YPG bikeve Ezazê. Çima? Çimkî li Ezazê El Nusra heye. El Nusra kî ye? Ew beşek ji DAIŞê ye.”

Konferans ji aliyê HDPê, KCD, DBP û KJA ve hate lidar xistin. Di konferansê de malbatên ku nikarin cenazeyên zarokên xwe ji Sûrê derxin jî axivin û li hemberî hikûmetê nerazîbûn nîşandan.

Rudaw
Top