Obama jî bang li Tirkiyê kir: Êrişî YPGê neke!
Koşka Spî duh eşkere kir ku Serok Obama û Erdogan bi telefonê li ser rewşa Sûriyê, kirîza YPGê û teqîna vê dawiyê ya Enqerê axivîne.
Di daxuyaniya Koşka Spî de hatiye gotin ku Obama hişyarî daye YPGê û gotiye, nabe YPG aloziya li Sûriyê ji xwe re firsend bibîne û deverên nû kontrol bike.
Li gorî daxuyaniyê, Serokê Amerîkayê ji Erdogan jî xwastiye, divê Tirkiye li ser hemdê xwe be û êrişên li dijî çeperên YPGê bide sekinandin.
Koşka Spî her wiha ragihandiye ku Obama li hember pêşdeçûnên hêzên rêjîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsya nerazîbûn nîşan daye û bang li Sûriye û Rûsyayê kiriye, êrişên li dijî hêzên opozîsyonê bidin sekinandin.
Daxuyaniya Enqerê li ser hevpeyvîna Obama û Erdogan
Serokomariya Tirkiyê jî li ser hevpeyvîna Erdogan û Obama daxuyaniyek da û ragihand, Serokê Amerîka Barack Obama li hember pêşdeçûnên hêzên rêjîma Sûriyê û YPGê li bakurê rojavayê Sûriyê dilgiraniya xwe aniye ziman û gotiye, divê her çalakî û êrişa ku bibe sedema ziyandîtina xebatên hevbeş ên li dijî DAIŞê, bên sekinandin.
Beriya niha jî gellek caran rayedarên Amerîka bang li Tirkiyê kiribûn, êrişên li dijî YPGê bide sekinandin. Tirkiye dibêje, YPG jî mîna PKKê terorîst e lê Amerîka berovajî Tirkiyê hizir dike.
Tirkiyê teqîna roja 17ê vê mehê ya Enqerê avêtibû stûyê YPGê. Lê berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka John Kirby ragihandibû, nayê zanîn ev teqîn ji aliyê kî ve hatiye kirin.
Li ser vê yekê Erdogan hêrs bibû û gotibû, ez guh nadin gotinên wî rayedarî, ezê bi Obama re biaxivim!
Di teqîna Enqerê de, 28 kes hatibûn kuştin ku piraniya wan efser bûn.
Rudaw
