2 şervanên YPGê xwe teqandin!
YPGê di daxuyaniyekê de ragihand, di şerê taxa Şêx Meqsûd a Helebê de, ku piraniya akinciyên wê kurd in, şervanên wan karîn pêşiya êrişên çekdarên El Nusra û komên din ên çekdar bigirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku 2 şervanên wan di şerê taxa Şêx Meqsûd de, “çalakiya fedayî” pêk anîne û pêşiya êrişa çekdarên îslamî yên radîkal girtine.
YPGê nasnameya wan şervanên xwe jî eşkere kiriye. Li gorî agahiyên YPGê, yek ji wan şervanan li gundê Qîbarê yê Efrînê ji dayîk bûye û yê din jî li bajarê Efrînê ji dayîk bûye.
Di van demên dawiyê de çekdarên îslamî bi topan êrişî kurdên Helebê yên li taxa Şêx Meqsûd dijîn, dikin û gellek caran jî di navbera wan û YPGê de şer derdikeve.
Di şerê Kobanî de jî, şervana YPGê Arîn Mîrkan xwe di nav çekdarên DAIŞê yên li ser Girê Miştenûrê de teqandibû û şehîd bibû.
Rudaw
