Selîm Cibûrî: Seeta sifir a rizgar kirina Mûsilê nêzîke
Cibûrî got: “Piştî rizgar kirina Nînewa pêwîste aştiya civatê were parastin û rê li çekên ne di destê dewletê de were kirin.”
Duh 19 Sibatê li Hotêla Şîraton ji bajarê Hewlêrê Cibûrî ragehand ku rizgar kirina Mûsilê nêzîkbûye.
Cibûrî li Hewlêrê beşdarî yekemîn kongireya Hozên Nînewa bibû û ji hejmarek ji dezgehên ragehandinê ku ajansa Anadol jî di navdebû got: “Di kongireyê de amaje bi wê yekê kirine ku seeta sifir a rizgar kirina Mûsilê nêzîk bûye.”
Cibûrî behsa qonaxa piştî rizgar kirina Mûsilê kir û got: “Pêwîste pişrî rizgar kirina Mûsilê aştiya civatê were parastin, û çareser kirina hemû pirsgirêkan û yekrina helwêsta xelkê Nînewa jî girînge. Niha jî xelkê Nînewa li bendî seeta rizgar kirina Mûsilê ne.”
Cibûrî herwiha got: “Vekirina deriyê xwebexşiyê ji aliyê hozên Mûsilê jibo ku xortên beşdarî şer bikin xalek positive ku ew jî bi pêwendiyê ligel hêzên din yên Iraqê jibo rizgar kirina Mûsilê.”
Derbarê beşdarbûna hêzên biyanî di rizgar kirina Mûsilê de navborî got: “Her hêzek bixweze alîkariya me bike jibo rizgar kirina Mûsilê em pêşwaziyê lê dikin, lêbelê divê ev yek bi hemahingiyê ligel hikûmeta navendî be, serkirdayetiya operasyonan wê biryara vê yekê bide.”
Cibûrî di dawiya axaftina xwe de got: “Divê piştî DAIŞê DAIŞê seqamgîrî li Nînewa û tevayî Iraqê were bicî kirin û rê li hebûna hêzên milîsî were girtin.”
Basnews
