• Friday, 20 February 2026
logo

Feleknas Uca: Artêşa Tirkiyeyê 150 kes bi zindî şewtandiye

Gulan Media February 19, 2016 Nûçe
Feleknas Uca: Artêşa Tirkiyeyê 150 kes bi zindî şewtandiye

Feleknas Uca dibêje li Cizîrê artêşa Tirk 150 welatiyên Kurd bi zindî şewtandiye.

Parlamentera HDPê ya Amedê Feleknes Uca diyar kir ku Artêşa Tirkiyeyê, di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de 150 kes bi saxîtî şewitandin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Feleknes Uca rewşa navçeya Cizîrê û kuştiyan ji ajansa Spûtnîkê re nirxand û destnîşan kir ku Artêşa Tirkiyeyê, di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de di avahiyên cûda cûda de 150 kes bi saxîtî şewitandin.

Uca di axaftina xwe de got: ‘ Laşê însanên ku hatibûn şewitandin sere hinekan hatibû jêkirin û hinek jî bi temamî şewitî bûn. Ne gengaz e ku otopsî jî were kirin.'

Feleknas Uca di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Li Amedê jî her diçe rewş xeternak dibe. Li navçeya Sûrê qedexeya derketina derve gihîşte roja 79emîn. Ji 200 kesî zêdetir însan di jêrzemînan de girtî mane û hêzên taybet ên Tirkiyeyê destûrê nadin ku ew ji wir werin derxistin.'

Top