• Friday, 20 February 2026
logo

Serokwezîr serdanan Fexrî Kerîm dike û rewşa siyasî û emnî ya Îraq û Kurdistanê dinirxînin

Gulan Media February 19, 2016 Nûçe
Serokwezîr serdanan Fexrî Kerîm dike û rewşa siyasî û emnî ya Îraq û Kurdistanê dinirxînin
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 18.02.2016ê li bajarê Hewlêrê, serdanan siyasetvan, rewşenbîr û rojnamevanê îraqî Fexrî Kerîm serokê saziya Meda bo karûbarên ragehandin, rewşenbîrî ş hunerî kir û di dîdarekê de, rewşa aborî, darayî û emnî li Îraq û herêma Kurdistanê, û bi tyabetî behsa rûbirûbûna terorê û ew serkeftinên bi ser terorîstên DAÎŞ de bi dest ve hatine gotûbêj kirin.

Tesîrê nêgetîv ya kirîza êkonomî û barê giranê hikûmeta herêma Kurdistanê ji encamê birîna budceyê ji aliyê hikûmeta fedrala Îraqê ve, şerê dijî DAÎŞê û pêşwazîkirin , hewandin û hevkarîkirina hijmareke gelek zêde ya koçbe rû penaberan û nizimbûna buhayê patrolê nirxandin.

Behsa têkeliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federala Îraqê hat kirin û di vî warî de serokwezîrê herêma Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku, herêma Kurdistanê hertim dixwaze hemû pirsgirêk û arîşeyan digel Bexdayê bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê çareser bike.

Top