• Friday, 20 February 2026
logo

Pêşmergeyên Xirîstiyan dadikevin qada şer’

Gulan Media February 19, 2016 Nûçe
Pêşmergeyên Xirîstiyan dadikevin qada şer’

Li Kurdistanê cara yekem, hêzeke 750 kesî ku hemû Xirîstiyanin, bi serpereştiya Fermandariya Giştî ya Hêzên Zêrevanî hat pêkanîn.

750 Pêşmergeyên Xirîstiyan ku ji bo parastina navçeya Xirîstiyanên deşta Nînova hatine amadekirin, doh perwerdeya wan a leşkerî bi dawî bû û niha amade ne erkê leşkerî werbigirin.

Di vê derbarê de Fermandarê Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî got: "Li ser teknîkeke nû ya şer hatine perwerdekirin û erkê wan parastina wan navçeyan dibe ku Xirîstiyan lê dimînin."

Bi bilindkirina Ala Kurdistanê û gotina Sîrûda Niştimanî "Ey Reqîb" zêrevanên deşta Nînova soz dan ku xelk, dêr, mal, dîrok û gorên bav û bapîrên xwe bi xwînê biparêzin. Ezîz Weysî herwiha da zanîn ku ev hêza han dê di dema azadkirina Mûsîlê de rolekî serekî bibînin.
Top