Amerîka: Helwesta me derbarê YPGê de nehatiye guhertin
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerêka, John Kirby, di civîneke rojnamevaniyê de bersiva pirsên rojnamevan da.
John Kirby ragihand êrişa Enqereyê eşkere “çalakiyek terorî” ye û got, lê ev nizanin kê teqîna Enqereyê pêk aniyê.
Kirby diyar kir mafê Tirkiyê heye ser axa xwe li hemberî terorîstan xwe biparêze.
Li ser topbarankirina herêmên Rojavayê Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) jî Kirby got, Amerîka beriya niha jî ji Tirkiyê xwastiye, êrişên xwe li dijî şervanên Kurd bide sekinandin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerêkayê herwiha got: “Bêguman li Sûriyê hêza herî bibandor şerê DAIŞê dikin şervanên kurd in. Beriya niha jî hêzên hevpeymaniyê di operasyonên li dijî DAIŞê de piştgiriya wan kiribû. Heya ku şerê DAIŞê bikin piştgiriya hevpeymaniyê dê bo wan bidome.”
Li paytextê Tirkiye Enqere li nêzîkî Fermandiriya Giştî ya Artêşa Tirkiyê, hêzên Deryayî û asmanî û parlementoya Tirkiyê teqîneke bi hêz pêk hat û di encamê de 28 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdetîrî 61 kesan jî birîndar bûne.
Duh Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu îdia kir ku êriş ji aliyê kesê bi navê Salih necar hatiye kirin û bixwe xelkê suriyê ye ku peywendiyên wî bi YPGê re heye.
Rudaaw
