• Friday, 20 February 2026
logo

Tirkiyê 500 çekdarên opozisyona Sûriyê derbasî Rojava kirin

Gulan Media February 19, 2016 Nûçe
Tirkiyê 500 çekdarên opozisyona Sûriyê derbasî Rojava kirin
500 çedar ji Tirkiyê bi riya deriyê sînorî yê Bab el-Selamê ya li Ezazê derbasî wî bajarî bûn.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, bo piştgîrî li çekdarên li Ezazê li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), şeva borî 500 çekdarên opozêsyona Sûriyê, di bin çavdêriya Tirkiyê de, ji Tirkiyê bi riya dergeha sînorî Bab el-Selamê derbasî Ezazê bûn.

Ezaz di bin destê Eniya el-Nusrayê de ye, Serokwezîrê Tirkiyê, Ahmed Davutoglu jî tekez kiribû ku ew dê her tiştî bikin ji bo ku ew bajar nekeve dest YPGê de.

HSD û YPGê, çend roj in li bakurê Helebê dest bi operesyonekê kirine, firokxaneya Minigê ya leşkerî, bajrokê Til Rifat û Mariê girtine û gihêştine derdora Ezazê. Tirkiyê jî pêgehên HSDê û YPGê li wan deveran û Efrînê topbaran dike.

Herwiha pêr 350 çekdarên îslamî ji gundê Etêm ya ser bi parêzgeha Idlibê ve, derbasî xaka Tirkiyê bûbûn, piştre ligel 150 çekdarên din di Tirkiyê re derbasî Ezazê bûn.

Beriya niha jî Wezareta Derve ya Sûriye tekez kiribû ku, Tikriyê 12 otomobîlên leşkerî û 100 çekdar derbasî axa wan kiriye.

Basnews
Top