Mesrûr Barzanî: Lazime di dema goncaw de refrandûm were kirin
Mesrûr Barzanî dibêje lazime di demeke goncaw de refrandûma serbixweyiya Kurdistanê were kirin.
Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî bi dawî hatina civîna civata Serokatiya partiya demokrata Kurdistanê di daxuyaniyekî de bo dezgehên mîdiyayî diyar kir ku piştî vegera Serokê Kurdistanê ji serdana Ewrûpayê ve giftûgo li ser mekanîzmên pêkanîna reforman were kirin.
Derbarê refrandûma serbixweyiya Kurdistanê de jî Barzanî diyar kir ku ev prosesa han di demeke goncaw de tê cîhbicîhkirin û PDK jî bi her awayî pabendî ew prosesa han e.
Derbarê qirîza siyasî ya Kurdistanê de jî Barzanî diyar kir ku qirîza niha ya Kurdistanê a sereke qirîza siyasiye û lazime bilez were çareserkirin.
