Kî ‘Xelîfeyê DAIŞê’ bikuje, ezê bibim ya wî!
Lîstikvana ereb a sînemayê Îlham Şahîn, behsa mêrkirina xwe kiriye û şertek sosret daniye pêşiya wî kesê ku bixwaze pê re bizewice.
Îlham Şahîn gotiye, ew kesê ku Ebûbekir Bexdadî bikuje ezê pê re bizewicim. Ne girîng e ew kes xelkê kîjan welatî be.
Wê lîstikvana ereb behsa “Meha Hingivînê” jî kiriye û gotiye, ezê xweşiyek wisa bidimî wî ku ti carî ji bîra wî neçe!
Îlham Şahîn her wiha gotiye, ez nahêlim ew tiştekî bike, ezê bibim xudama wî! û hemû xercên dawetê bidim û ew kuderê bixwaze ezê wî bibim wir!
Li gorî wê hunermenda ereb, eger Ebûbekir Bexdadî were kuştin dê Rojhilata Navîn cardin aram bibe.
Rudaw
