• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Pêşerojê bi hêz û karînên Xwedekaran birêve dibin

Gulan Media February 18, 2016 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Pêşerojê bi hêz û karînên Xwedekaran birêve dibin

Peyama Mesrûr Barzanî ya bo salvegera damezrandina her du yekîtiyên Xwendekar û ciwanên Kurdistanê.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 63mîn salvegera damezrandina her du yekîtiyên Xwedekaran û Ciwanên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir û eşkere kir ku vê pêşerojê bi hêz û karînên Xwendekar û ciwanan birêve bibin.

Mesrûr Barzanî di peyama han de ku bi awayekî cuda ji her du yekîtiyên han re hatiye pêşkêşkirin pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Sekretariyet û tevahiya endamên wan yekîtiyan kiriye.

Mesrûr Barzanî herwiha daxwaz ji yekîtiya xwendekaran kiriye daku zêdetir nêzî xwestek û daxwazên Xwendekaran be û got: Vê pêşerojê bi hêz û karînên Xwendekaran birêve bibin.

Mesrûr Barzanî herwiha daxwaz ji ciwanên Kurdistanê jî kir daku di warê perwerde kirina ciwanan de û herwiha coşandina wan bi xebateke serdemiyane pêşeng bin û got: Niha dem dema bidest xistina armancên me ye.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya peyama han de herwiha behsa rola wan her du yekîtiyan di nava dîroka bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurd de kir û ev rola han bi roleke girîng û bibandor wesif kir.
Top