• Friday, 20 February 2026
logo

Li Amedê teqîn: Herî kêm 6 leşker hatin kuştin!

Gulan Media February 18, 2016 Nûçe
Li Amedê teqîn: Herî kêm 6 leşker hatin kuştin!
Li ser rêya bajarên Amed û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê, di teqînekê de herî kêm 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, îro derdora saet 10:00, li ser rêya Amed-Çewligê li nêzîkî bajarokê Lîceyê, dema karwana artêşa Tirkiyê derbas dibû, teqînek pêk hat.

Peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak, li cihê bûyerê ragihand, di teqînê de 6 leşker hatine kuştin û yek jî bi giranî birîndar bûye.


Dekak da zanîn, ji ber teqîna mînîbûsa ku leşker vediguhest, pelixiye û got, 6 cenaza ji aliyê ambulansan ve hatin rakirin.


Artêşa Tirkiyê teqîn avêt stûyê PKKê.

Rudaw
Top