• Friday, 20 February 2026
logo

Di teqînê de 28 kes hatine kuştin!

Gulan Media February 17, 2016 Nûçe
Di teqînê de 28 kes hatine kuştin!
Li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê teqînek bihêz qewimî. Li gor agahiyên herî nû 28 kes di teqînê d hatine kuştin.

Li gor agahiyan teqîn li nêzîkî navendeke leşkerî pêk hatiye.

Zanyariyên destpêkê didin xuyakirin, ku teqîn bi rêya otomobîleke leşkerî bûye. Otomobîla bombekirî avahiya Fermandeyiya Hêza Deryayî ya Tirkiyê kire armanc.

Piştî teqînê agir bi 4 otomobîlên servîsê yên leşkerî ket û şewitîn. Li cihê bûyerê dokele mezin bilind dibe.

Gellek ambulans û tîmên hawarçûnê û herwiha tîmên agirkujandinê ber bi cihê teqînê ve çûne.

Agahiyên destpêkê nîşan didin ku gellek kes birîndar bûne.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di daxuyaniyekê de çêbûna teqînê piştrast kir û got: “Agahiyên teqînê hatin. Emê li bendê bin.”

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş di daxuyaniyekê de ragihand, hejmara kuştiyên teqîna Enqerê zêde bûye û heya niha 28 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Tendirustiyê Mehmet Muezinoglu di daxuyaniyekê de ragihand, di encama teqînê de li cihê bûyerê 21 kesan jiyana xwe ji dest dane û 61 kes jî birîndar bûne.

Mehmet Muezinoglu got, 3 kesên din jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor gotina Muezinoglu, di encmaa teqînê de heya niha 24 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Parêzgarê Enqerê Mehmet Kiliçlar ragihand, teqîn di wê demê de çê bû ku konvoyeke leşkerî derbas dibû.

Mehmet Kiliçlar got, di encama teqînê de heya niha 18 kes hatine kuştin û 45 kes jî birîndar bûne.

Mehmet Kiliçlar pêştir ragihandibû, di encama teqînê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne.

Peyamnêrê Rûdawê li Enqerê Şewket Herkî li cihê bûyerê amade bû û zanyariyên zêdetir dan.

Şewket Herkî ragihand: “Li gor agahiyan, heya niha 11 kes di encama teqînê de hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.”

Ji aliyekê din ve Saziya Radyo û Televizyona Tirkiyê RTUK di daxuyaniyekê de weşanên derbarê teqîna îşev a Enqerê de qedexe kir.

Rudaw
Top