Encumena Asayişa Navdewletî ji Tirkiyê xwast topbarana ser YPGê rawestîne
Encumena Asayişa Navdewletî îro li ser daxwaza Rûsya û bo gotûbêjkirina mijara topbarankirina herêmên Kurdî yên bakurê Helebê û çeperên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) civiya.
Piştî civînê, Serokê Encumena Asayişa Navdewletî û Balyozê Venezuela li Netewên Yekbûyî Rafael Ramirez Carreno di konfranseke rojnamevanî ragihand, hemû endamên encumenê li hember topbarankirina bakurê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve dilgiran in.
Ramirez ragihand: “Hemû endamên encumenê li ser wê yekê lihev kirin, ku daxwaz ji Tirkiyê bê kirin, pabendî yasayên navdewletî be.”
Ramirez amaje bi lihevkirina Munichê ya bo agirbesta li Sûriyê kir û tekez kir, ku xebatên bo pêkanîna agirbestê diomin.
Derbarê bombebrankirina nexweşxaneyên li Idlib û Helebê de, Carreno got: “Em dilgiranîn li hember bombebarankirina nexweşxaneyan, lê belê em nizanin ji aliyê kê ve tên bomberankirin.”
Rudaw
