Almanya: Lazime Tirkiye bilez êrîşên ser Kurdan rawestîne
Wezîrê derve yê Almanyayê bi tundî Tirkiye rexne kir.
Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank Walter Steinmeier li Brukselê di civîna Wezîrên Derve yê Ewropayê de ji bo mijara Sûriyeyê bangî her du aliyan kir û got: ‘Şidetê kêm bikin. Divê Rûsiya, rejima Sûriyeyê, Tirkiye û çekdarên kurd li gorî mutebeqata Konferansa Ewlehî ya Munichê tevbigerin û berî agirbestê divê şidet were kêm kirin.'
Steinmeier di berdewamiya axaftina xwe de got: Ev banga min ya kêmkirina şidetê ji bo Rûsya û rejima Sûriyeyê ku li derdora Helebê operasyonan dike û êrişên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên dawî li herêmê ye. Em rewşa gengeşiyê li ber çav digrin û divê Tirkiye jî gavên ku gengeşiyê kêm bike biavê je.'
