• Friday, 20 February 2026
logo

Dema parçebûna Sûriyê hatiye

Gulan Media February 16, 2016 Nûçe
Dema parçebûna Sûriyê hatiye
Generalê NATO yê berê James Stavridis di hevpeyvînekê de ligel rojnameya LeCraw a Fransî de got, "dem hatiye ku behsa parvekirina Sûriyeyê bi ser 3 dewletan de were kirin."

Bi gotina James Stavridis, dibe ku dewleteke Elewî bê damezrandin ku Beşar Esed bi alîkariya Rûsya û Îranê deshilata xwe tê de berdewam bike.

Ew generalê amerîkî yê NATOyê her wiha da xuyakirin, ku dibe dewletek sunî li naverasta Sûriyê bê damezrandin ku suneyên liberal bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî karibin DAIŞ’ê têk bibin.

Her bi gotina James Stavridis, dê dewleteke kurdî jî li rojhilatê Sûriyê were damezrandin.

Basnews
Top