• Friday, 20 February 2026
logo

Hikûmeta Tirkiyeyê li Hezexê jî qedexeya hatûçûyê ragihand

Gulan Media February 16, 2016 Nûçe
Hikûmeta Tirkiyeyê li Hezexê jî qedexeya hatûçûyê ragihand

Dewleta Tirkiyê ragihand, îşev qedexeya derketina derve li navçeya Hezexê ya Şirnexê tê ragihandin û operasyona “tijîkirina xendeqan” dest pê dike.

Ev çend roj bûn xelkê bajarê Hezexê yê Bakûrê Kurdistanê, ditirsiyan ku li bajêr şer dest pê bike û qedexeya derketina derve were ragihandin, ji ber wê jî piraniya welatiyan bar kiribûn.

Ew tişta ku welatiyên Hezexê jê ditirsiyan, hat serê wan, çimkî Walîtiya Şirnexê îro ragihand, îşev ji saet 23:00 bi dema Amedê li Hezexê qedexeya derketina derve tê ragihandin.

Li gorî daxuyaniya walîtiyê, qedexe ji ber wê yekê tê ragihandin da ku “xendeqên ku ji aliyê şervanên PKKê ve hatine vedan” bên tijîkirin.

Çend roj berê hikûmetê bang li mamostayên bajarê Hezexê kiribû, ji bo semînaran vegerin Stenbolê. Piştî wê biryarê, hatibû gotin ku dewlet amadekariyên operasyonê dike.
Top