‘YNK bi piroseyekî taybetwe diçe civîna Barzanî’
Çavkaniyekî nêzîk Polît Bûroya YNKê aşkera kir, piştî civîna partiyê hin pirsgirêkên giring hatiye gotûbêj kirin ku, peyvendiya xwe li gel rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê we heye.
Li gor heman çavkaniyê, di civînê de hemû baskên YNKê amade bune û di vê civînê de biryarên giring û çareseriyê hatine dayîn.
Li gor vê çavkaniyê ku dibêje: Aliyekî giring ê wê civîna Polît Bûroya YNKê eweye ku civîn di bin fişara rewşa ewlehiyê û aloziya navçeya Silêmaniyê de pêkhatiye. Ji ber ku heyameke rewşa Silêmaniyê û hindek navçe û bajarokên wê aloz bune û nûçeyên xwerêxistinkirina çekdarî jî têne bîhîstin.
Wekî ku heman çavkanî amaje pê dike, hêzên ewlehiyê yên YNKê levaz bune û ketine dest berpirsên wê partiyê, ewa jî goman di Polît Bûroyê de avakiriye, her ji ber wê yekê jî di vê civînê de li ser vê metirsiyê û rewşa xirap a aboriyê dinav xelkê de bi giringî hatiye nirxandin.
Heman çavkaniyê aşkera kir, piraniya endamên YNKê bi israrbun ku li gel PDKê ji bo peydakirina pare û bi komkirina vî pareyê ku ji derdorê bê kirin wa, ji rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê ya xirap rizgarbuyîn û ji bo wê jî kê çi dikarê bikê.
Li gor heman çavkaniyê YNK ji bo çareseriya pirsgirêkên darayî planekî heye û biryare bê agahdariya çapemeniyê di civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê de gotûbêj bike.
Herwaha hurkariyên ku dest ketine, di wê planê de YNK û PDK li gor rêjeya xwe ya li Parlamentoyê û navçeyên ku lê bihêzin bi rêya Encûmena Parêzgehan we pare peydabikin û ew jî ku bibe beşek li çareseriyê li Herêma Kurdistanê.
Ji aliyê siyasî jî we YNK, di vê civînê de li ser çalak kirina Parlamento û Hikûmetê jî gotûbêj kirine û nêrînên ku Tevgera Goran jî vegere Parlamento û Hikûmetê û piştre, Hikûmetekî nû û Serokê Parlamentoyê ji nû de bê pêkanîn. Ew hikûmeta bê pêkanîn jî navê wê wek hikûmeta bi hawarê geheştin bê danîn û heta dema hilbijartina pêşde li ser karbê, heta wê demê jî li ser Serokatiya Herêmê gotûbêj neyîn kirin.
Li gor heman çavkaniyê civîna Polît Bûroya YNKê li ser wan xalane nirxandin kirine û hatiye diyarkirin ku; Eger PDK li wan pêşneyaran razîbe û Tevgera Goran jî gav bavêje baş dibe. Lê eger na eger hemû alî li ser pişkin û ew jî wekî YNK hemû tiştî dibin gel Serokê Herêmê, yan li ser bingehê piranîbun ji YNKê û PDKê û Yekgirtuyên Îslamî hikûmet bê avakirin û Parlamento bê çalak kirin, yan jî Serokê Herêmê bixwe bi awayekî merkezî pirsgirêkan çareser bike û YNK jî bi wan biryaran girêdayî dimîne, bi her awayekî be heta ku rewşa ku naha heyî bê derbaskirin.
Di vê derbarê de Berpirsê Binkeya Silêmaniyê yê YNK ê Letîf Şêx Omer ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNK ne hêzeke ku bixwaze bi çek kontrola Silêmaniyê yan cîh û navçeyekî bike. Ji ber ku YNK bixwe beşeke ji xelk û tu demê armancekî bi vî rengî ku Silêmaniyê yan cih û navçeyekê bi çek û tundiyê kontrol bike nebuye û nabê. Herwaha piştîwaniyê li yasa dike û eger hinek kes bên rewşa Kurdistanê berbi xirabiyê bibin, bajarê Silêmaniyê yê me hemûyane û naha em hemû birêve dibin û her pirsgirêkek hebê, bi alîkariya hemû aliyan we tê çareser kirin. ‘’
Di derbarê derbas kirina krîzê de jî got: ‘’Berpirsyariya YNKê û KDPê û hemû aliyan we dikare bê derbas kirin. Sistema dervey navendparêzî ku naha encûmenên hemû parêzgehan û parêzgeh baş dibînin û herwaha li gor wan ew sîsteme dahatê zêde dike û pirsgirêkan kêm dike û awayekî başe jî ji bo birêvebirin û desthilatiyê. Heger wiha be hikûmet jî dikare bête ser wê xetê û gotina parêzgehan bike û çareseriya vê rewşê re alîkar be.’’
Di heman demê de Endamê Polît Bûroya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gel PDKê pirose û bernameya me heye ku em vê pêvajoyê derbasbikin. Me(YNK) û PDKê rewşên li vê zihmettir derbaskirine û emê vê jî derbas bikin.’’
Basnews
