• Friday, 20 February 2026
logo

Bexdayê rexne li Hewlêrê girt: Hûn çawa nikarin mûçeyê karmendan bidin!

Gulan Media February 16, 2016 Nûçe
Bexdayê rexne li Hewlêrê girt: Hûn çawa nikarin mûçeyê karmendan bidin!
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, eger Herêma Kurdistanê tevahiya petrola xwe bide Bexdayê, ew dikarin mûçeyê karmendên Kurdistanê bidin. Parlamenterekî kurd ê Iraqê jî dibêje, Ebadî rast nabêje ji ber ku nikare.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, duh ji televîzyoneke iraqî re li ser rewşa Herêma Kurdistanê axivîbû û gotibû, Herêma Kurdistanê %16ê petrola Iraqê difroşe çawa nikare mûçeyê karmendên xwe bide!

Ebadî her wiha gotibû, eger Herêma Kurdistanê tevahiya petrola xwe radestî Bexdayê bike, em dikarin mûçeyê karmendên wan jî bidin.

Derheqê van daxuyaniyên Ebadî de, parlamenterê kurd ê Iraqê û endamê Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, Ehmed Hacî Reşîd ji Rûdawê re got, Ebadî rast nabêje çimkî nikare vê yekê bike.

Ehmed Hacî Reşîd her wiha got, Ebadî dizane ku Hikûmeta Kurdistanê nikare tevahiya petrola Kurdistanê bide Bexdayê lewma vê yekê dibêje. Herêma Kurdistanê bi zêdetirî 30 şîrketên petrolê re girêbest îmze kiriye, eger dest ji wan girêbestan berde divê tezmînatek mezin bide ev jî dê ziyanek mezin li Kurdistanê bide.

Wî parlamenterê kurd anî ziman ku tenê navên 682 hezar karmendên Kurdistanê li ba Bexdayê hatine tomarkirin û got, Bexda dikare tenê mûçeyê wan dabîne bike lê nikare mûçeyê tevahiya karmendên Kurdistanê dabîn bike.

Li gorî amarên fermî, li Başûrê Kurdistanê derdora milyonek û 400 hezar kes, mûçe ji hikûmetê distînin.

Rudaw
Top