'Til Rifet di kontrola Hêzên Kurd de ye'
HSD li ser hesaba xwe ya li Twitterê ragihand, ku bajarê Til Rifet ji aliyê şervanên wê ve hat kontrolkirin û Eniya El Nusra çekdarên xwe ji wî bajarokî derxistin û ber bi gundê Cibrîn ve paşve vekişandin.
Li gor agahiyan, di berdewamiya operasyona hêzên kurdî û hevalbendên wan li bakurê Helebê û derdora Ezazê de, hêzên Kurd bajarê Til Rifet ji destê çekdarên Eniya El-Nusra derxistin û bi tevahî kontrol kirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandin, ku wan bajarê Til Rifet li bakurê Helebê kontrol kirin. Her îro roja duşemî, Ceyş El-Siwar ku di nav pêkhateya HSD’ê de cih digre û hevalbendê YPG'ê ye, gundê Kefer Naya yê girêdayî Ezazê kontrol kiribûn.
Bajarokê Til Rifet weke asêgeheke Ehrar El-Şam, El-Cebhe El-Şamiye û Lîwa El-Fetih dihat naskirin û 20 kîlometran dûrî sînorê Sûriyê bi Tirkiyê re ye.
Basnews
