• Friday, 20 February 2026
logo

Li Amed bi boneya salvegera destgîr kirina Ocalan xwepêşandanek mezin

Gulan Media February 16, 2016 Nûçe
Li Amed bi boneya salvegera destgîr kirina Ocalan xwepêşandanek mezin
Li Bajarokê Baxlarî ser bi sînorê parêzgeha Amed li Kurdistana Bakur, bi boneya salvegra destgîr kirina Rêberê Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) Ebdullah Ocalan xwepêşandanek mezin birêveçû. Her yek ji Parlementarê HDPê Sîbêl Yegtîalip û Hevserokên Baregehê HDPê li Amed Omer Onana û Gulşan Ozer di xwepêşandanê de beşdar bibûn.

Piştî xwepêşandan qediya daxuyaniyek rojnamevanî hate belav kirin û tê de hatiye ragehandi ku Polîsan ji xwepêşanderan xwestiye ku rawestin, lêxwepêşander bi riya xwe ve çûn lema hin alozî û pirsgirêk derketin holê.

Hêzên Polîs gaza fermêşkbaran li xweoêşanderan dane, lewma xelk neçarbûn ku jihev belav bibin jibo ku alozî gurtir nebin û zu=iayn negihê xelkê.
Cihê behsê ye ji ber alozî û pirsgirêkên navbera Polîs û Xwepêşanderan de xwedanên dikanan neçar man dikanên xwe daxistin.

basnews
Top