• Tuesday, 19 May 2026
logo

Tirkiyê dîsa dest bi topbarana Rojava kir – NY li ser êrişên Tirkiyê dicive!

Gulan Media February 16, 2016 Nûçe
Tirkiyê dîsa dest bi topbarana Rojava kir – NY li ser êrişên Tirkiyê dicive!
Artêşa Tirkiyê cardin dest bi topbarana çeperên YPGê yên li Rojavayê Kurdistanê kir. Tê gotin ku navçeya Til Rifatê, ya ku duh ketibû destê şervanan, jî tê topbarankirin. NY li ser êrişên Tirkiyê dicive.

Artêşa Tirkiyê ji roja şemiyê (13ê vê mehê) ve bi topan li çeperên YPGê yên li derdora bajarê Ezazê, balafirgeha Minixê û gundên Efrînê dide.

Li gorî medyaya Tirkiyê, topxaneya artêşa Tirkiyê îro ji danê sibê ve dîsa li çeperên YPGê dide.

Çavkaniyên nêzîkî YPGê jî dibêjin, artêşa Tirkiyê ji duh êvarê de dest bi lêdana navçeya Til Rifatê ya Helebê kiriye û topbaran heta niha jî didome.

Heta niha di encama topbarana artêşa Tirk de, herî kêm 3 şervanên YPGê û çend sivîlan jiyana xwe ji dest dane û gellek kes jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din, li ser daxwaza Rûsya, ku endamê dayimî yê Encumena Asayişa Navdewletî ya NY ye, Encumena Asayişê dê li ser êrişên Tirkiyê li dijî YPG û Rojavayê Kurdistanê bicive.

Heta niha Amerîka û çend welatên din ên Ewropî û rojavayî bang li Tirkiyê kirine, topbarana li dijî YPGê bide sekinandin lê rayedarên Tirk vê yekê red dikin.

Rudaw
Top