• Friday, 20 February 2026
logo

YPG nêzîkî Ezazê dibe – Şervanan bajarê Til Rifet kontrol kirin

Gulan Media February 15, 2016 Nûçe
YPG nêzîkî Ezazê dibe – Şervanan bajarê Til Rifet kontrol kirin
YPGê bajarê stratejîk ê Til Rifet ê di navbera Heleb û Ezazê de kontrol kir.

Li gor agahiyan, di berdewamiya operasyona hêzên Kurdî û hevalbendên wan li bakurê Helebê û derdora Ezazê de, şervanên Kurd bajarê Til Rifet ji destê çekdarên Eniya El-Nusra derxistin û bi tevahî kontrol kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandin, ku wan bajarê Til Rifet li bakurê Helebê kontrol kirin.

HSD ku YPG hêzeke sereke di vê hevpeymaniyê de ye, li ser hesaba xwe ya li ser Twitterê ragihand, ku bajarê Til Rifet ji aliyê şervanên wê ve hat kontrolkirin û Eniyat El-Nusra çekdarên xwe ji wî bajarokî derxistin û ber bi gundê Cibrîn ve paşve vekişandin.

Her îro roja duşemî, Ceyş El-Siwar ku di nav pêkhateya HSDê de cih digre û hevalbendê YPGê ye, gundê Kefer Naya yê girêdayî Ezazê kontrol kiribûn.

Bajarokê Til Rifet weke asêgeheke Ehrar El-Şam, El-Cebhe El-Şamiye û Lîwa El-Fetih dihat naskirin û 20 kîlometran dûrî sînorê Sûriyê bi Tirkiyê re ye.

Rudaw
Top