• Friday, 20 February 2026
logo

Davutoglu bo Mislim: Emê wêran bikin

Gulan Media February 15, 2016 Nûçe
Davutoglu bo Mislim: Emê wêran bikin
Serokwezîrê Tirkiyê gefên tund li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwarin û got: “Eger venekişin, emê wêran bikin.”

Ev bû 3 roj ku artêşa Tirkiyê gund û warên Bakurê Helebê, derûdra Efrînê, firokexaneya Minigê û derdûrad Ezazê topbarn dike.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Msilim jî tekez kiribû ku, dê ew topbaran nehêle YPGê vekişe.

Derbarê daxuyaniya Salih Muslim de jî, Serokwezîrê Tirkiyê, Ahmed Davutoglu got:“Ti wateya gotina wî ya ‘Em ê paşve gav neavêjin’ nîne. Paşve gav avêtin. Niha YPG ji derdora Ezazê hatin dûrxistin. Heke nêzî Ezazê bibin, ew ê berteka herî tund bibînin. Em ê nehêlin Ezaz bikeve. Heger venekişin ew ê firokexaneya Minigê bibe wêrane.”

Davutoglu tekez kir jî ku, wî ew gef gihandine Cîgirê Serokê Amerîka, Joe Biden jî.

Navborî destêwerdana welatê xwe di Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de tekez kir û got: “Eger destêwerdana Tirkiyê tunebûna niha Til Rifet û Ezazê bi dest xistibûn. Ji ber ku 1.5 kîlometre nêzî Ezazê bûn, me hişyar kir.”

K24
Top