Tirkiye Efrîn û Ezazê topbaran dike – Şehîd hene
Tirkiye li ser topbarankirina deverên Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Îro sêyemîn roj e ku Tirkiye êrişî gund û deverên Kurdî yên di bin kontrola şervanên Kurd de dike.
Li gor agahiyên ji Rojavayê Kurdistanê ve, îro topxaneya Artêşa Tirkiyê bi giranî bajarokê Dêr Cemal a girêdayî bajarê Ezazê li bakurê Helebê û herwiha gundên Merenaz, Kefer Antewan, El-Qemiyê, El-Malikiyê, gundê Minix, balafirgeha Minix û bajarokê Til Refhet da ber topan.
Artêşa Tirkiyê li qereqola Akçabaglar a li sînorê parêzgeha Kilisê ku dikeve bermaber gundê Yazî Bax ê Efrînê, topbarana deverên di bin kontrola hêzên Kurdî û hevalbendên wê yên wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Ceyş El-Suwar û Hêzên Sûriya demokratîk (HSD) de dike.
Hat ragihandin, ku di encama topbarana îro ya Artêşa Tirkiyê de, li bajarokê Dêr Cemal ê li derdora Ezazê 2 zarok şehîd bûn û çendîn kesên din jî birîndar bûn.
Rudaw
