YE: Lazime Tirkiye bilez êrîşên xwe rawestîne
Li gorî nûçeya Associated Press (AP) piştî êrişên Tirkiyayê yên li dijî baregehên YPGê, Yekîtiya Ewropayê dewleta tirk hişyar kir û jê xwest ku demildest êrişên xwe yên leşkerî yên li dijî Rojava rawestîne.
Berpirsa Payebilind a Pêwendiyên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini daxwaz ji Tirkiyayê kir ku êrişî baregehên YPGê neke; herwiha demildest çalakî û êrişên xwe yên leşkerî yên li dijî xaka Rojava rawestîne.
Mogherini Tirkiya hişyar kir û got: ‘Beriya çend roja her kes li ser maseyekê rûniştibû û qala kêmkirin û ji holê rakirina tevgerên dijminane dikir. Ev helwest û tevgera Tirkiyayê nayê pejirandin.’
Malpera Delegasyona YE ya li Tirkiyayê jî li ser zarê Mogehrini peyamek weşand û got: ‘Ew vîzyona hêzdar û wêrek a beriya çend salan ku rayedarên tirk wekî pêvajoya aştiyê dabûn destpêkirin divê berdewam bike. Divê Tirkiya demildest vegere maseya diyalogê, pêvajoya aştiyê ya bi kurdan re berdewam bike û agirbestê ragihîne.
Li gorî me hem li Tirkiyayê hem jî li tevahiya Rojhilata Navîn aştî û îstiqrar bêyî pêvajoyeke aştiyê û agirbesteke mayinde ne mumkin e.’
Hêjayî gotinê ye ku medyaya tirkî ya nêzîkî hikûmetê xwediyên hemû hişyariyên ji bo Tirkiyayê wekî ‘kustax’ bi nav dike. Bi taybetî jî dema ku ji bo êriş û qetliyamên li dijî kurdan hişyarî tên dayîn, medyaya tirkî hertim berê dijûnan didin xwediyê hişyariyê.
