Sîrwan Barzanî: Hêza Iraqê bi tu awayek nabe li Kurdistanê bimînê
Serpereştyarê bereya Mexmûrê yên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragehand, hêzên Iraqê bi tu awayekê nikarê li ser axa kurdistanê bimînê
Serpereştyarê bereya mexmûrê û Guvêr yên hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî ji ajansa Anadolu yê re ragehand; navçeyên Kurdistanên Yên dervey îdareya herêma Kurdistanê piştî şikesta artêşa Iraqê di wan navçeyan de ketin dest rêxistina terorî ya DAIŞê, lê naha bereya Mexmûr û Guvêr axa Kurdistanê ya li vê deverê bi temamî ji destê DAIŞê derxistiyê.
Li gor Sîrwan Barzanî hatina hêzên Iraqê ya li sinorê Mexmûrê ti metirsiyekê ji bo Kurdistanê çênake, ji ber ku ji bo vegerandina wan garantî hatiye standin û got: ‘’Wan hêzane ti cîhê xwe li vê navçeyê tineye û ewane berbi Mûsilê we vê biçin û bi tu awayekî nikarin li vê navçeyê bimînin.’’
Sirwan Barzanî di derbarê operasyona rizgarkirna Mûsilê de jî got: ‘’Bi piştrastî dibêjim Pêşmerge beşdarî li operasyona rizgarkirina Mûsilê vê bike, lê heta naha diyar nîne ka emê di kîjan bereyekê de û bi çi hêzekî beşdariya şer bikin.’’
Basnews
