• Friday, 20 February 2026
logo

Fransa hişyarî da Enqerê

Gulan Media February 14, 2016 Nûçe
Fransa hişyarî da Enqerê
Fransa li ser êrişên Tirkiyê yên li dijî YPGê û Rojavayê Kurdistanê bertek nîşan da û hişyarî da Enqerê.

Fransa derbarê êrişên Tirkiyê yên li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê de hişyarî da Tirkiyê û ji wî welatî xwast, êrişên xwe li dijî şervanên Kurd bide sekinandin.

Wezareta Derve ya Fransa di daxuyaniyekê de hişyarî da Tirkiyê û ji Enqerê xwast, êrişî Hêzên Kurdî yên li Sûriyê neke.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Fransa ji ber bûyer û pêşhatên li Helebê û bakurê Sûriyê dilgiran e.”

Wezareta Derve ya Fransa herwiha da xuyakirin: “Em daxawza rawestandina bombebarananên rejîmê û hevpeymanên wê li herêmê û ji aliyekê din ve bomberananên Tirkiyê li dijî herêmên Kurdî dikin.”

Ew hişyariya Fransa bo Tirkiyê piştî wê yekê hat, ku Amerîkayê jî ji zarê çend berpirsên pilebilind ên xwe ve ji Enqerê xwast, ku dawî bi êrişên xwe yên li dijî YPGê û Hêzên Kurdî li bakurê Sûriyê bîne.

Herî dawî Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden di pêwendiyeke telefonî ya ligel Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu de, li ser êrişên Tirkiyê li dijî YPGê hişyarî dabû wî welatî û jê xwastibû, ku dest ji wan êrişan berde.

Rudaw
Top