• Tuesday, 19 May 2026
logo

YNKê ji Esed re sersaxî xwest

Gulan Media February 14, 2016 Nûçe
YNKê ji Esed re sersaxî xwest
Endama polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hêro Ibrahîm Ehmed srsaxî ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re xwest ji ber wefeta dayîka wî.


Peyama Hêro Ibrahîm Ehmed hevjîna Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî di medyay nêzîk YNKê de hat belavkirin.

Hêro Ibrahîm bi navê “Birêz Serok” bang li Esed dike û amaje bi “biratiyê “ dike û hêvî dike ku “gelê Sûriyê yê mezin” vê pêvajoyê derbas bike.

Di peyama xwe de Hêro Ibarhîm ji ber wefatkirina Enise Maxluf xemgîniya xwe tîne ziman û sersaxiyê ji Esed re dixwaze.

Enise Maxluf dayîka Serokê Sûriyê Beşar Esed hefteya borî di 86 saliya xwe de wefat kiribû.

Rudaw
Top