• Friday, 20 February 2026
logo

‘Esad: Federaliya ji bo Kurdan gel dê biryar bide’

Gulan Media February 13, 2016 Nûçe
‘Esad: Federaliya ji bo Kurdan gel dê biryar bide’
Serokê rejîma Sûriyê diyar dike ku, sîstema welat dê di destûrê de were diyarkirin, destûr jî ji aliyê gel ve tê pesendkirin.

Serokê rejîma Sûriyê, Beşar Esed di hevpeyvînekê de ligel ajansên Fransî, behsa pêşhateyên dawî yên siyasî û leşkerî li Sûriyê kir.

Derbarê pirsa ku gelo rejîm razî ye ku federaliyê bide Kurdan, Esed tekez kir ku, pirsa sîstema welat eger federalî yan nenavendî be, dê di destûrê de were diyar kirin û wiha pêde çû: “Ev pirs girêdayî destûra Sûriyê ye, wek hun dizanin destûr ne ji aliyê hikûmetê ve tê diyarkirin, lê hemû pêkhate têde beşdar dibin û piştre dikeve dengdana giştî.”

Herwiha Esed anî ziman jî ku ew pirs “girêdayî danûstandinên siyasî yên paşerojê ye.” Esed tekez kir jî ku “Kurd grûpek niştimanî ji Sûriyê ne.”

Derbarê şerê li bakurê Helebê de jî, Esed wiha got: “Şer ne şerê vegerandina Helebê ye, ji ber ku wek dewlet hebûna me li Helebê heye, lê şerê sereke bo girtina rêya di navbera Heleb û Tirkiyê de ye.. Ji ber ku Tirkiyê rêya sereke ya alîkarîkirina terorîstan e.”

Serokê rejîma Sûriyê balkişande ser danûstandinên Cenevrê jî û got: “Pirsa kirina danûstandinên rasterast li Cenevre-3 ne di rojevê de bû, lê danûstandin dê bi rêya De Mistura, em danûstanê ligel Sûriyan nakin, lê ligel nûnerê Siûdiyê û Fransa û Brîtanya û yên din”, wek amajeyekê bo şandeya opozîsyonê ya ku di kongrê Riyadê de hatiye diyarkirin.

Basnews
Top