• Friday, 20 February 2026
logo

‘Îran gotûbêjên li gel Erebistana Siûdî red dike’

Gulan Media February 13, 2016 Nûçe
‘Îran gotûbêjên li gel Erebistana Siûdî red dike’
Wezareta Derve yê Îranê, di çarçoveya kongreya Munchenê de gotûbêjên ligel Erebistana Siudî red dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Hisên Cabrî Ensarî ji rojnameya “Elwîfaq” ya Îranê re ragehand ku, niyaza welatê wî tune ye, gotûbêjan ligel Siudiyê bike.

Biryare îro Kongreya Asayîşa Navdewletî li Munchena Elmanyayê dest bi karên xwe bike.

Piştî ku, Erebistana Siudiyê di 2 vê mehê de, 47 kes bi tuhmetên “terorê û têkbirina ewlehiya Siudiyê” bi dar ve kir, di nav wan de kesayeta Şîe yê navdar Nimir el-Nimir hebû. Pêwendiyên di navbera Îran û Siudiyê aloztir bûn.

52 emîn Konferansa Asayişê li Munchenê birêve diçe. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê tê gotûbêjkirin. Çendîn serokên welatan, wezîrên derve û yên bergîriyê tê de beşdar in. Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî jî beşdar e.

Basnews
Top