• Tuesday, 19 May 2026
logo

Rayedarê Alman: Gelek dostên Kurdan hene

Gulan Media February 13, 2016 Nûçe
Rayedarê Alman: Gelek dostên Kurdan hene
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) Armin Laschet got, li Ewropa û tevahiya cîhanê gelek welatên dostên Kurdan hene.

Cîgirê Serokê Giştî yê CDU ya hevpara hikûmeta Almanyayê Armin Laschet ji Kongreya Ewlehiyê ya Munichê beşdarî bultena Rûdawê bû û daxuyanî da.

Armin Laschet ragihand, Almanya li Kurdistanê aramî û îstikrarê dixwaze û dê alîkariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bikin.

Laschet diyar kir haya wan ji serkeftinên Kurdistanê yên li hemberî DAIŞê heye û got, Hêzên Pêşmerge ser navê tevahiya cîhanê şerê DAIŞê dikin.

Îro 52mîn Konfransa Ewlekariya Munichê bi beşdariya 450 kesatiyên siyasî yên cîhanê des pê kir û dê heya 14ê Sibatê bidome.


Di konfransa wê care de dê bi giştî rewşa ewlehiya cîhanê, şerê li dijî DAIŞê û şerê li Sûriyê û kirîza mirovî ya koçberan tên gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdisanê Mesûd Barzanî jî di konfransa vê carê de amade ye heya niha çend hevdîtin ligel rayedar, berpirs û serokên welatên cuda re pêk aniye.

Rudaw
Top