‘Hêzên Kurd firokexaneyek leşkerî li Rojava bi dest xistin’
Çavkaniyên leşkerî li bajarê Efrîna Kurdistana rojava ji BasNêwsê re ragehand ku; berbi sibeya roja çarşemê 10.02.2016 ê Hêzên Kurd dest danîn ser firokexaneya Mingda, ku firokexaneya leşkerî ya herî mezine li bajarê Helebê.
Li gor zanyariyên bi dest ketine, hêzên Kurd û Artêşa Sûriye ya Demokratîk di çend demjimêrande karîn çekdarên Ehrar El-Şam û Bereya Nûsra ku baskekî rêxistina terorist a El-Qaide ye têkbişkînin û wê deverê bidest bixin.
Hêzên Kurd beşekin ji Artêşa Sûriye ya Demokratîk, ku Amerîka jî piştgiriya leşkerî ji wan re dike û bi armanca şerkirin û rizgarkirina bajarê Reqaya wek paytexta rêxistina terorî ya DAIŞê tê zanin li Sûriyê, ji bo bidestxistina wî bajarî hatiye avakirin.
Basnews
