Kerkûk: Êdî em pêbendî biryarên Bexdê nabin
Necmedîn Kerîm di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Ji îro de em pêbendî biryarên Wezareta Navxwe ya Iraqê nabin, bi taybetî ew biryarên ku girêdayî guhertina berpirsên ewlehiyê yên Kerkûkê bin.”
Kerîm wiha got: “Serokên Lêjneya Ewlehiyê û yê Encumena Parêzgeha Kerkûkê dikarin biryarê li ser guhertina rêvebirê polîsê Kerkûkê bidin, yan her berpirsekî din.”
Parêzgarê Kerkûkê wiha domand: “Dibe ku li Bexdayê biryarên Wezîrê Navxwe werin bicihkirin û desthilata wî li wir hebe, lê li Kerkûkê êdî biryarên wî êdî nayên bigihkirin û pêbendî wan babin.”
Ev gotina Necmedîn Kerîm piştî wê yekê hat ku Bexdayê biryara guhertina hejmarek berpirsên ewlehî û îdarî yên Kerkûkê daye, ku di nava wan de biryara guhertina Rêveberê Giştî yê Polîsî Kerkûkê Cemal tahir hatiye dan.
Rudaw
