• Thursday, 19 February 2026
logo

Yekemîn karvedana DAIŞê piştî operasyona li Hewîca

Gulan Media October 23, 2015 Nûçe
Yekemîn karvedana DAIŞê piştî operasyona li Hewîca

Piştî ku doh 22 Cotmehê Hêzên PÊşmergeyê Kurdistanê û Hêzên Amerîka derbek mezin li çekdarên DAIŞê li Hewîca dan, îro çekdarên DAIŞê di yekemîn karvedan li ser wê derba mezin zindaniyên başûrê Kerkûkê veguhestin bo zindanên Mûsilê.

Li gorî çavkaniyekê zaniyarî, çekdarên DAIŞê dest bi guhestina zindaniyên başûrê Kerkûkê bo 3 girtîgehên bajarê Mûsilê. Herwiha li gorî wê çavkaniyê DAIŞ di rêka Geyare – Mûsil, karwanê bi dehan girtiyên Kerkûkê veguhestine bo Mûsilê.

Wê çavkaniya ku nexwestiye nave bî naskirin ji ragehandina Iraqê re ragihandiye: “Çekdarên DAIŞê ew girtî birine beşê çepê ji bajarê Mûsilê, hejmarek ji wan li dadgeha Mûsilê hiştine û hejmarek jî birine zindana Elhawî li beşê rastî Mûsilê.”

Herwiha li gorî wê çavkaniyê DAIŞê ferman daye ku hemû girtiyên li bera şer ligel Pêşmerge bighezînin bo bajarê Mûsilê, jibo ku ti hewlên din wek a doh li Hewîca encamp need.”

Ji aliyekî din ve çavlkaniyekê ji fermandariya operasyonên Nînewa ji Someriya News re gotiye: “Piştî wê derba mezin ku Pêşmerge li DAIŞê da, çekdarên DAIŞê yekcar tore bûne, berî niha jî Pêşmerge derbeyên mezin li çekdarên DAIŞê dane. Di dema borî de çend serkirdeyên wan jî hatin kuştin, lewma serkirdeyên wan xwe di cihên aram de vedşêrin û xwekujan dişînin berêyên şer ligel PÊşmerge.”

Basnews
Top