Bi sedan kes ji dest DAIŞê reviyan û xwe radestî pêşmerge kirin
Berpirsê eniya Rojavayê Kekrûkê ya Hêza Pêşmerge Kemal Kerkûkî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Di heyama 10 rojên borî de 226 malbat û 173 kes li sînorê roajavyê Kekrûkê xwe radestî hêzên pêşmerge kirine.”
Kemal Kekrûkî got: “Heya niha ji ber sedemên ewlehiyê rê bi wan kesan nehatiye dna ku derbasî nav bajarên Herêma Kurdistanê bibin.”
Kerkûkî da xuyakirin: “Ew kesên ku xwe radest kirine, di navbera sînorê pêşmerge û DAIŞê de hatine rawestandin, ji ber ku pêştir di nav wan de çend endam û çekdarên DAIŞê hatibûn girtin û niha jî guman tê kirin ku hêj endamên DAIŞê di nava wan kesan de hebin. Ew yek jî bûye sedem ku em nekarin bi hêsanî rê bidin wan kesan ku derbasî nav bajarên Kurdistanê bibin.”
Derbarê rewşa jiyan û debara wan kesên ku xwe radestî hêzên pêşmerge kirine, Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê got: “Ew tenê bi wan alîkariyan dijîn ku ji aliyê pêşmerge ve pêşkêşî wan tê kirin. Hêzên Pêşmerge wek xwebeş alîkariya wan kesan dikin, daku ew bikarin bimînin heya dema ku guhertin bi ser de tê.”
Kerkûkî amaje bi wê yekê jî kir, ku ew kesên ji dest rêxistina Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê (DAIŞ) reviyane, heya niha jî amade nînin, bêjin ku em ji ber DAIŞê reviyane, belku dibêjin: “Em ji ber bombebarana balafirên şer reviyane.”
Rudaw
