Demîrtaş: Em ji Davutoglu razî ne
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê beşdarî bernameya taştî bû û li wê derê axaftinek pêşkêş kir.
Bername bi rêzgirtina qurbaniyên teqîna Enqereyê dest pê kir.
Selahattîn Demîrtaş sedema ne lidarxistina mitîngên hilbijartina wiha da nîşandan: “Her roj ji her aliyê Tirkiyeyê cenaze tên veguhestin. Em civakek wisa ne. Ne mimkun e di rewşeke wiha de kampanyayên mîtîngên hilbijartînê were pêk anîn.”
Demîrtaş hikûmeta bi tundî rexne kir û wiha got: “Sedema hemû tawanan hûn in. Ji rewşa niha a welat di nav xwînê de hûn berpirs in.”
Hevserokê Giştî yê HDPê herwiha derbarê Ahmet Davutoglu de jî wiha got: “ “Ew ji bo me pariyekî biçûk e. Ew şexsekî ku gotinek wî li gotina din nayê. Ji bo me pariyekî biçûk e, lê ji bo welêt zerar e. Nikare serokatiya polê bike lê radibe hewl dide rêveberiya 80 mîlyon kesê bike. Bi rastî em jê razî ne. Hûn wî bikin serokê kîjan polê, wê li wir pevçûn derkeve.”
rudaw
