Erdogan: Ne tenê kurdan zilm dît
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Salona Sporê ya Atatutkê beşdarî 13emîn Civîna Giştî ya Asayî Hak-Îşê bû û li wir axaftinek pêşkêş kir.
Recep Tayyip Erdogan di civînê de wiha got: “Ez nikarim ji wê re bibêjim dengê xwe bidin vê partiyê an nedin vê partiyê. Lê niha li wê derê ez dibêjim, bizanin hûn dengê xwe didin kê û baş wê yekê hizir bikin.”
Erdogan îdia kir ku ne tenê kurdan zilm dîtiye û wiha domand: “Min jî êşa wan his kir. Lê li wî welatî ne tenê birayên min ên kurd zilm dîtine. Tirkan, lazan, çekezan, abaza, boşmak û arnavutan jî zild dîtiye.”
Erdogan derbarê teqîna Enqereyê de jî got, bûyera ku li ber garê qewimî bûyereke wisa bü ku nîşan dide ku teror çawa kolektîf tê tetbîqkirin û wiha pê de çû
“Radibin dibêjin 'li vir DAIŞê kir, nizam kê kir'. Ev bi temamî çalakiyeke terorê ya kolektîf e. Li vir DAIŞ jî heye, PKK jî heye, El Muxaberat jî heye. Herwiha li vir PYDya rêxistina terorê ya li bakurê Sûriyeyê jî heye. Hemûyan bi hev re wek hevpar ev çalakî kirine. Bila ti kes kesekê nexapine."
Rudaw
