Mustefa Muslim: PYD nuneratiya ji sedî 10 xelkê dike
Birayê Hevserokê PYDê dibêje PYD tenê nuneratiya ji sedî 10 xelkê Rojavayê Kurdistanê dike.
Birayê Hevserokê PYDê Mustefa Muslim eşkere kir ku PYD li Rojavayê Kurdistanê bi tenê nuneratiya ji sedî 10 xelkê Rojavayê dike lêbelê bi zorê çekê xwe li ser xelk sepandiye.
Mustefa Muslim herwiha behsa aware bûna xelkê Rojavayê bo Tirkiyeyê jî kir û eşkere kir ku eger Tirkiye deriyên xwe venekiribana vê xelkê Kurd ji serma û birsîtî de miriba.
