Mûsil - DAIŞê êrişî gundekî kurdan kir
Berpirsê karûbarên PDKê li Mûsilê Seîd Memozînî ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê avahiya Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Mûsilê, ku taxa Hemam Elî li başûrê bajarê Mûsilê ye, teqandine.
Seîd Memozînî da zanîn ku DAIŞê ew avahî wek navendeke leşkerî bikar dihanî.
Wî rayedarê PDKê her wiha ragihand, çekdarên DAIŞê îro êrişî gundekî kurdên şebek li aliyê rojhilat ê Mûsilê kirine û 7 kes girtine û birine û tevahiya mobaylên gundiyan jî ji wan standine.
Seîd Memozînî diyar kir ku DAIŞê îro komek çekdarên xwe jî kuştine ku beriya niha bi tohmeta ku hewl dane ji nav rêxistinê birevin, hatibûn girtin.
Rudaw
