Li Geverê bombe teqiya, 3 leşker mirin
Li navçeya Geverê ya ser bi bajarê Colemêrgê, di nava yekîneyek leşkerî de bombeyek teqiya û di encam de 3 leşkeran jiyana xwe jidest da û leşkerek jî bi giranî birîndar bû.
Sererkaniya Artêşa Tirkiyê derbarê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî ragehand ku dema leşkeran amadekariya operasyonê dikirin bi qeza bombeyek di nava leşkeran de teqiye û 4 leşker birîndar bûne.
Sererkaniyê da zanîn ku jiber birîndariya giran 3 leşkeran di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dane û leşkerê din ê birîndar jî di bin çavdêriya bişîşkan de ye.
Hate gotin ku yek ji wan leşkerên jiyana xwe jidest daye efserê jenderme ye û navê wî Rahmi Duran e.
Basnews
