• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Dixwazin bi awayekî aştiyane bibin xwedan welatekî serbixwe

Gulan Media October 21, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Dixwazin bi awayekî aştiyane bibin xwedan welatekî serbixwe

Mesrûr Barzanî û Frank Becker behsa hin mijarên girîng yên siyasî kirin.

Duh Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Berîtanyayê yê li Bexdayê Frank Becker û heyeteke pê re kir.

Di civînê de her du alî behsa çawetiya bihêztir kirina peywendiyên navbera Kurdistan û Berîtanyayê kir û Konsulusê Berîtanyayê Frank Becker balkêşande ser girîngiya pêgeha Kurdistanê li deverê de û tekez li ser rola bibandor û qehremanane ya hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de kir.

Her di vê derbarê de Mesrûr Barzanî jî eşkere kir ku lazime di warê şerê dijî terorîstên DIŞIê de zêdetir hevkariya hêzên pêşmerge were kirin jiber ku pêşmerge hêza yekaneye ku bi awayekî piratîkî şerê dijî terorîstên DIŞIê di warê bejahî de dike.

Di berdewamiya civîna han de behsa kêşeyên navxweyî yên Îraqê hate kirin û Mesrûr Barzanî diyar kir ku bi tenê guhertin û reforên îdarî nikarin kêşeyên heyî çareser bikin lewre lazime guhertinên bingehîn yên siyasî werin kirin. Mesrûr Barzanî got: Kêşe û arîşeyên heyî yên li Îraqê xwedan bingehên dîrokî ne û bawerî di navbera pêkhateyên Îraqê de nemaye û kêşe di nava Îraqê weke welatekî çê kirî deye, gelek hewl hatin dayîn bo mayîna Îraqê weke welateke yekgirtî lêbelê hewlên han serkeftî nebûn û sedema serekî ya şikesta Îraqê li Bexdaye û nabe em bibin qurbaniya pergaleke pûç.

Barzanî eşkere kir ku tevahiya hewlên heyî yên bo hêştina Îraqê weke welatekî saq û selîm rastî şikestê hatine lewre dubare kirina ew ezmûna han bûgoman her encamên bi vê rengî jê derkeve lewre em dixwazin bi awayekî aştiyane û jihev fêm kirinê li deverê de bibin xwedan welatekî serbixwe jiber ku em jî weke tevahiya gelên cîhanê xwedan ew mafa hanin lê dixwazin ew mafa han bi rêbazên aştiyane û dûr ji tundûtîjî bidest bixin.

Di dawiya hevdîtina han de her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime bo çareser kirina qirîzên siyasî û abûrî yên li Kurdistanê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêyên danûstandin û aştiyane hewlên zêdetir werin dayîn.
Top